s-101
| Min kir ko ez herim û zirbavê xwe bînim. |
s-102
| Hêj min gavek ve avêti bû ko ewî ji derî ve da. |
s-103
| Çend dilop kunyak xistin devê xweha min û şande pey bijîşk. |
s-104
| Lê heyhat... |
s-105
| Holmes ştexaliya wê birî û jê pirsî: Tu ji xwe ewle yî ko te dengekî fîkandinê û yê zencîrê bihîst? |
s-106
| Banû Stonêr: Mistentiq jî ev tişt ji min pirsî bû, Belê ez dibêjim ko min ew deng bihîstine. |
s-107
| Lê ez ji kû zanim heye ko ji ber ba û firtinê ez şaş im. |
s-108
| Holmes: Cilên xweha te lê bûn? |
s-109
| Stonêr: No, cil ji xwe kiri bûn û kirasê şevê wergirti bû. |
s-110
| Di destê wê ê rastê de kibrîteke şewitî û di destê wê ê çepê de elbika kibrîtê hebû. |
s-111
| Holmes: Jê dixuye ko gava lê qewimî li elbika kibrîtê geriya û kibrîtek pêxistiye. |
s-112
| Mistentiq gihaşte çi qerar û netîcê? |
s-113
| Stonêr: Mistentiq di tehqîqata xwe de kûr lêxist, lê sebeba mirina xweha min dernexist. |
s-114
| Li ser şehdebûna min zanî ko deriyê odê girtî bû. |
s-115
| Herçî pencere ew jî bi qerasên giran ji par re girtî bûn. |
s-116
| Ji cane xweha min dikir ko tukesî jî dest ne da bûye. |
s-117
| Holmes: Işê jehrê... |
s-118
| Stonêr: Tebîb cane wê qelaşt, lê hûr lê tu şop jehrê xuya ne kir. |
s-119
| Holmes: Yanî sebeba mirina wê bi tu awayî ne hate seh kirin. |
s-120
| Stonêr: Belê, ne hate seh kirin. |
s-121
| Holmes: Kerem ke, çîroka xwe bibe serî. |
s-122
| Stonêr: Ev bûne du sal ko xweha min çû, rehmeta Xwedê. |
s-123
| Piştî mirina xweha min jiyîn li min yekcar tehil bû bû. |
s-124
| Di tenatiyê de ez gelek aciz dibûm. |
s-125
| Vê paşiyê dostekî me bi navê Persî Êrmîtag ji min pirsî heke ez dixwazim bibim jina wî. |
s-126
| Em wî camêrî ji mêj ve nasdikin. |
s-127
| Min qîm pê anî; zirbavê min jî berê kir. |
s-128
| Berî du rojan zirbavê min di qesirê de hin tamîr dane çêkirin. |
s-129
| Di vê navê de dîwarekî oda min şeqitî; ez bêgav mam û min guhast oda xweha xwe a rehmetî û ez di texte wê de dinivistim. |
s-130
| Şevêdî, li ber destê sibê, ez bi fîkandinekê hişyar bûm, pişk ew fîkandina ko mirina xweha min elam da bû. |
s-131
| Holmes: Te gelek qenc kir, got û bihinekê damayî ma; dida eqilê xwe. |
s-132
| Piştî gavekê gote keçikê: Divêt îro em herin Stokmoranê û bêî ko zirbavê te bi me bihese em wan odan bibinin. |
s-133
| Stonêr: Ji xwe dilê zirbavê min hebû ko îro dakeve bajêr. |
s-134
| Honê bi rahetî bikarin bi îşê xwe mijûl bibin. |
s-135
| Holmes: Baş e, emê tev de herin Stokmoranê. |
s-136
| Tiwê bi xwe çi bikî? |
s-137
| Stonêr: Hemîn ez hatime bajêr. |
s-138
| Hin îşên min hene, ezê wan pêk binim û bi trêna nîvro ezê vegerim gund. |
s-139
| Banû Stonêr rabû, rûyê xwe bi îzara xwe a stûr girt; xatir ji haziran xwest û bi rê ket. |
s-140
| Holmes ji hevalê xwe pirsî: Çi dikeve serê te Wetsin, ez dibînim, işekî kûr û xeternak e. |
s-141
| Wetsin: Belê îşekî kûr û zehmet e, her der girtî, dengekî fîkandinê, zencîrek dikeve erdê. |
s-142
| Em di vê ştexaliyê de bûn ko derî ji nişkekê ve vebû û zilamekî bejinbilind li me der bû. |
s-143
| Piştî ko çavên xwe li me gerand, bi dengekî hişk gote me: Kî ji we Holmes e? |
s-144
| Holmes lê vegerand: Şerlok Holmes ez bi xwe me. |
s-145
| Lê min cenabê te nas ne kir. |
s-146
| Holmes: Niho me hevdû nas kir, kerem bike rûne. |
s-147
| Rweylot: Min navê ez rûnim, ka ji min re bibêje; zirkeça min niho ji bire derket. |
s-148
| Belê min da bû pey. |
s-149
| Holmes: (bi xwînsariyê) Ecêb, dinya sar e, di vî çaxî de ev serma ne dihate bîrê. |
s-150
| Rweylot: (bi kerb) Tu dixwazî ji min xelas bibî: Ez te nas dikim û dizanim tu çi melûn. |
s-151
| Holmes (bi ken) Çi mirovekî xwe-sihbet î. |
s-152
| Digel vê hindê heke bi hemtê xwe ji cem min derketi ji te re çêtir e. |
s-153
| Dr.: No beriya ko tiştê ko min niyet kiriye ez ji te re bibêjim, min ew ji te re got, naçim. |
s-154
| Hay ji xwe hebe û xwe têkilî îşê min meke. |
s-155
| Ez mirovekî xeternak im; qenc li min binêre. |
s-156
| Dr. Rweylot rotikê hesinîn yê ko li ber tifikê bû girt û ew tewand û gote Holmes «Carekê din ji te re dibêjim, te hay ji xwe hebe...» hesin avête tifikê û terka me da, çû. |
s-157
| Holmes, gote min: Çi mirovekî zirav e. |
s-158
| Lê bi hatina xwe nav di me da, emê çêtir bixebitin. |
s-159
| Niho em herin oda xwarinê, xwirîniya xwe bişkênînin; ezê jê herim civata bijîşkan. |
s-160
| Wextê Holmes vegeriya bû mal saet jî bû bû yek. |
s-161
| Holmes gote hevalê xwe Wetsin: Min wesiyetnama jinikê dît. |
s-162
| Êdî îşê me ne li hire lê li Stokmoranê ye. |
s-163
| Hûr-mûrên me bide hev; em bi rê bikevin. |
s-164
| Heke le -şejderba xwe jî bi xwe re anî min ji te gelek minet e. |
s-165
| Em li trênê siwar bûn û gava em gihaştin gund, em li otêla gund a tekane peya bûn û piştî ko me bihna xwe da, otêlçî ji me re erebeyek anî; em lê siwar bûn û me berê xwe da qesra Dr. Rweylot. |
s-166
| Em qederê di sê kîlomêtiran bi rê ve çûn. |
s-167
| Ji dur ve di nav daran de qesrekê xuya kir. |
s-168
| Erebeçî ew şanî me da û got: Eve, qesira Dr. Rweylot. |
s-169
| Holmes gote erebeçî, em dixwazin hinekî jî bi peyarî herin, û em ji erebê peya bûn û me da nav zeviyan. |
s-170
| Gava me nîzingî li qesirê kir çavên me bi banû Stonêrê ketin. |
s-171
| Li hêviya me bû. |
s-172
| Stonêrê gava em dîtin ber bi me ve hat û bi ken gote me: Ez bê sabir li hêviya we bûm. |
s-173
| Dr. Rweylot çûye bajêr û beriya êvarê venagere. |
s-174
| Holmes: Em pê dizanin û bi dîtina wî jî şerefyab bûn. |
s-175
| Holmes tiştê ko bi me re çêbû bû, bi çend gotinan, ji banû Stonêrê re da zanîn. |
s-176
| Gonê Stonêrê guhêrî û bi dengekî heyecanamîz got: Xwedê min ji şerê wî bisitirîne. |
s-177
| Holmes: Divêt em lezê bidin xwe û odeyên ko te wesfê wan dane me divêt em bibînin. |
s-178
| Em ketin hundirê qesirê; qesirekê kevnare û bi depdepe. |
s-179
| Holmes li derî û penceran û li her derên qesirê hûr dibû. |
s-180
| Em gihaşti bûn lîwana ko deriyên her sê odan lê vedibûn, Holmes li wan nihêrt, oda pêjîn şanî wê da û gote Stonêrê: Ev oda te ye, a navîn oda xweha te a rehmetî, a siseyan jî oda Dr. e, ne we ye? |
s-181
| Stonêrê: Belê we ye; bi tenê ez niho di oda xweha xwe de radikevim, ji ber ko di oda min de tamîrat hene. |
s-182
| Lê nizanim ji wan ta mîratan re hewce hebû. |
s-183
| An ev tamîrat hêncet in da ko çendakê ez di oda xweha xwe de rakevim. |
s-184
| Holmes: Belê ev gotin di cihê xwe de ye; heye ko... |
s-185
| Em ji nû ve derketin derve. |
s-186
| Holmes gote Stonêrê: Niho min ji te divêt tu herî oda xwe, penceran bigirî û bidî ber, Stonêrê welê kir. |
s-187
| Holmes bi her awayî ceriband; pencerê ne dihatin vekirin. |
s-188
| Holmes bi pertavsoja xwe jî li wan hûr bû; lê jê jî tu netîce ne xiste destên xwe. |
s-189
| Em vegeriyan hundirê qesirê û ketin oda ko banû Stonêr îro tê de radiket, oda ko xweha wê tê de miri bû. |
s-190
| Odeke piçûk; banê wê ne ewçend bilind. |
s-191
| Di kuncikekê de dolabeke cilan, di alîkî din de textekî teng, du qenefeyên heyzeran û li erdê mehfûrek. |
s-192
| Tekberên odê hemî ev bûn. |
s-193
| Holmes bi diqeteke mezin çavên xwe li her tişt û li her milên odê digerand. |
s-194
| Holmes werîsê ko li rex textî bû şanî da û gote banû Stonêrê. |
s-195
| Xuya ye, ev werîsê zengilekî ye. |
s-196
| Zengil bi xwe li kû ye? |
s-197
| Stonêrê: Di oda xadimê de. |
s-198
| Holmes: Lê welê dixuye ko zengil nû hatiye danîn. |
s-199
| Ji ber ko li gora tekberên odêyen din werîs di rengekî nû de xuya dike. |
s-200
| Stonêrê: Belê xebera te ye; ev bûne du sal ko zengil hatiye danîn. |